
Ebû Ubeyde, şehadeta Muhammed Deyf û 6 fermandarên dinê diyar kir
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, diyar kir ku Serfermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Deyf û 6 fermandarên dinê şehîd bûne.
Ebû Ubeyde di daxuyanîya xwe ya ku li ser Telegramê belav kir de weha îfade kir, “Em şîna şehadeta Fermandarê Giştî yê Tûgayên Qessam Muhammed Deyf dikin.”
Gelek navên payebilind ên ku di dema herbê de bi tevî Muhammed Deyf şehîd bûne jî ji teref Ebû Ubeyde ve hat belavkirin.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, di daxuyanîya xwe de weha got:
“Ey civakên şehîdan, civakên qehremanan, micahîdên gel û miletê me û şervanên berxwedanê, Ey girseyîyên Erep û gelê me yê Îslamê û ey însanên ku li çar alîyê cîhanê ne bila aştî, merhamet û bereketa Xwedê li ser we be.
Tûgayên Qessam piştî temamkirina hemû karên hewce û rîayetkirina hemû tedbîrên ewlehîyê ku herb û seha dide pêşîya me, piştî ku tetkîkên hewce hatine kirin û agahîyan bidestxistîye şûnve, ji ewladên gelê xwe yê mezin, miletê me û hemû alîgirên berxwedan û azadîyê yê hemû cîhanê re didin daxuyandin ku komeke ku ji serokên qehreman û micahîdên mezin ên endamên artêşê ne didin diyakirin. Van navan ewakî ne;
- Şehîdê mezin ê gel, Fermandarê Serfermandar ê Tûgayên Qessam Muhammed ed-Deîf (Ebû Xalid)
- Serokê şehîdê mezin Merwan Îsa (Ebû’l Musa), Alîkarê Serokê Serfermandarê Tûgayên Qessam.
- Serokê Micahîdan Şehîd Gazî Ebû Tamaa (Ebû Musa), Fermandarê Beşa Xizmetên Muharebe û Çekan.
- Serokê Micahîdê Qehreman, Fermandarê Yekîneya Çavkanîyên Însan Raîd Thabet (Ebû Muhammed)
- Fermandarê Tûgaya Xan Yûnisê serokê micahîdê qehreman Rafeh Seleme (Ebû Muhammed)
Me di dema herbê de şehadeta du serokên micahîd jî dabû daxuyandin, ev jî ;
- Fermandarê Tûgayê Bakur Ahmed El Gandur (Ebû Enes)
- Fermandarê Tûgaya Navend Eymen Nufal (Ebû Ahmed)
Xwedê rehma xwe li wan bike, Xwedê ji wan razî be, ji rihê wan ê pak paqij û rihê hemû şehîdên gelê me re silav be.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.