Ebû Ubeyde: Yemen, felckirina dilê sîyonîstan didomîne

Ebû Ubeyde: Yemen, felckirina dilê sîyonîstan didomîne

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, micadeleya Yemenê ku li dijî sîyonîstan dide pîroz kir û got, “Filistîn û gelê wî, wê tu dem ev sekina birûmet û micadeleya ku ji bo xêra ummetê nahejike bîrva neke.”

Ebû Ubeyde, peyameke ku pesnê berxwedana tevgera Ensarullahê Yemenê dide weşand.

Berdevkê Tûgayên Qessam, li ser qenala Telegramê daxuyanîyeke niviskî belav kir û weha got:

“Di vê pêvajoya ku Xezzeyê dûçêrê qirkirineke komî dibe de, xûşk û birayên me yên li Yemenê, digel bedêldayîna giran a ji can û îmkanên xwe yên biqîmet ê welatê xwe, felckirina dilê sîyonîstan a ji bo wefaya ji Filistîn û Mescîda Eqsayê re bi biryarî didomîne.

Filistîn û gelê wî, wê tu dem ev sekina birûmet û micadeleya ku ji bo xêra ummetê nahejike bîrva neke. Nexwe, dema ku îrade, îman û hinek be jî çalakî werin cem hev, nîşan dide ku ummet xwedî hêza ku ewlehîya sazîya sîyonîstan dihejikîne.”

Tevgera Ensarullahê ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê vir ve li behrê li dijî keştîyên sîyonîstan û bi fuzeyan jî li dijî axên îşxalkirî çalakîyên xwe didomîne. Ensarullah, Adara borî diyar kiribû ku ew ji ber ku rejima îşxalker ji têketina alîkarîyê ya ji nav Xezzeyê re îzîn nedaye dîsa dest bi operasyonên xwe kirîye.

Li ser vê daxuyanîya Ensarullahê Serokê Emrîkayê Donald Trump jî di 15ê Adarê de daxuyanîyek da û got ku ew li dijî Ensarullahê “êrîşekî mezin” dane destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.