Emrîka, 208 koçberên Venezuelayî dersînor kir

Emrîka, 208 koçberên Venezuelayî dersînor kir

208 Koçberên Venezuelayî yên ku ji Emrîkayê hatin dersînorkirin, ji Balafirgeha Navneteweyî ya Maiquetia ku li derveyê Caracasa paytexte re gihaştin.

Rayedarên Venezuelayê, rast kirin ku balafireke ku koçberên Venezuelayî di nav de bûn roja Înê gihaşt Balafirgeha Navneteweyî ya Maiquetia ku li derveyê Caracasê.

Koma koçberan ji teref Wezîrê Ragihandin a Venezuelayê û xwedîyê şîrketa balafirgeha dewletê Ramon Velasquez Araguayan pêşwazî kirin.

Velasquez Araguayan, derheqê şandina bernameya koçberan de got, “Ev, bi navbeynkarîya teşkîlatên me yên ewlehîyê û Plana Vegera Ji Welatê Xwe re pêvajo dide destpêkirin.”

Li gorî rayedaran di komê de 176 zilam, 30 pîrek û du heb jî zarok hebûne. Sefer ji teref Eastern Airlinesa ku navenda wî Emrîkaye ve hatîye kirin.

Roja Pêncşemê jî du seferên cuda hatin tertîpkirin, û di herdu seferan de jî 511 welatîyên Venezuelayî hatin şandin welatên xwe re. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.