Endonezya:Plana îlheqê ya îşxalkerên siyonîst nayê qebûlkirin
Endonezya bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew wê plana îlheqa axên Şerîata Xerbî ya îşxalkerên siyonîst qebûl nakin.
Wezîra Karên Derve ya Endonezyayê Retni Marsûdî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Marsûdî di daxuyanîya ku belav kir de bang li endamên Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir da ku wê plana xeyrî qanûnî ya îlheqê ya ku ji teref siyonîstan ve tê xwestin bê sepandin red bikin û dû re destnîşan kir, plana îlheqê ya îşxalkerên siyonîst nayê qebûlkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.