
Ensarullah SÎHAya MQ-9 a Emrîkayê xist xwarê: Êrîşên we nikarin me bidin sekinandin
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku wan balafireke bêmirov a ji tîpa MQ-9 (UCAV) ya Emrîkayê ya îşxalker bi fuzeyên berevaniya esmanî ya ku li navxwe çêkirî xist xwarê.
Hêzên Çekdar ên Yemenê careke din bertek nîşanî kiryarên êrişker ên Emrîkayê li esmanê vî welatî dan.
Yekîneyên berevaniya esmanî balafireke bêmirov a MQ-9 ya Emrîkayê (UCAV) ku xwe amade dikir bi mûşekeke berevaniya esmanî ya navxwe ya welatê xwe êrişî parêzgeha Hacce bike, bi serkeftî xist xwarê.
Bi vê operasyonê re hejmara balafirên bêmirov ên MQ-9 ên Emrîlayê yên di du hefteyên dawî de hatin xwarê derket 4an.
Li gorî daxuyaniya artêşa Yemenê, ev 19emîn balafira bêmirov a MQ-9 e ku di şerê "Fethata Soz û Cîhada Pîroz" de hatiye xistin.
Hêzên çekdar di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wê yekê kirin ku êrişên Emrîkayê bo ser Yemenê hêza leşkerî ya vî welatî ziîf nekiriye û ev peyam dan:
"Ne şiyana me ya şer ziîf bûye û ne jî îradeya me têk çûye. Êrîşên berdewam ên Emrîkayê tenê wê bêhêvîbûn û fiaskoyê li ser hejmara xwe zêde bike."
Di daxuyaniyê de beşa herî balkêş li ser piştgiriya tevgera Ensarullahê ya ji gelê Filistînê re hat dayîn.
Artêşa Yemenê bi tundî dupat kir ku heya rawestandina tam a êrişên siyonîstan ser Xezzeyê û rakirina dorpêçê, operasiyonên piştgiriya leşkerî ji bo gelê Filistînê dê berdewam bin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.