Erdhejek li Silêmaniyê pêkhat
Îbrahîm diyar kir ku erdhej bi tundiya 3.3 li ser pîvera Rexterê bû û ti ziyaneke wê nebû û xelk jî pê nehesiya.
Îro dora saet 11.55 deqe bi dema Hewlêrê, erdhejek li bajarê Silêmaniyê û derdora wê pêkhat bê ku ti ziyanên wê yên canî û madî hebin.
Rêveberê giştî yê erdhej û keşûhewayê li Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku erdhej bi dûriya 15 km li navenda erdheja bajarê Silêmaniyê pêk hat.
Îbrahîm diyar kir ku erdhej bi tundiya 3.3 li ser pîvera Rexterê bû û ti ziyaneke wê nebû û xelk jî pê nehesiya.
Duh înê jî erdhejek li bajarê Silêmaniyê pêkhat û li gor rêveberê giştî yê erdhej û keşûhewayê ti ziyaneke wê nebû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.