Erdhejzedeyan di seat 04.17an de hatin cem hev
Di 6ê Sibata sala 2023yan de di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7 û 7,6 an de di erdhejên mezin pêk hatibûn, li wan bajarên ku erdhej tesîrdar bûbû “meşa bêdeng” hat lidarxistin.
Meşa ku di seat 03.45an de li ber avahîya Walîtîya Semsûrê dest pê kir, heta qûleya seatê ya ku bûye nîşana erdhejê berdewam kir.
Semsûrîyên ku li ber qûleya seatê hatin cem hev sela û Qurana ku di camîyan de hatin xendin gohdar kirin û tev bi hev re bidevkî ji duayan re gotin amîn.
Erdhejedeyan piştî bernameyê nimêja serê sibehê kirin û şorbeya ku Karwana Hêvîyê dîyarî dikir xwarin.
Welatîyan dûre çûn ser mezelan û xizmên xwe yên ku wefat kiribûn zîyaret kirin.
Herî dawîn jî welatîyan çûn avahîyên ku xerabûbûn zîyaret kirin û stêrkan ji çavên xwe rijandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.