Erdogan: Bi sedhezaran Îdlîbî mecbûr man ku malên xwe terk bikin
Serokomar Erdogan di civîna hevpar a çapemenîyê ya ku digel Putîn li dar xist de destnîşan kir, ji ber êrîşên ku li hember Îdlîbê tên kirin bi sedhezaran Îdlîbî mecbûr man ku malên xwe terk bikin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li Moskovaya paytexta Rûsya civîna hevpar a çapemenîyê li dar xistin.
Erdogan di axavtina xwe ya li civînê de balan kişand li ser êrîşên ku li hember Îdlîbê tên kirin û li ser encamên êrîşan. Erdogan di axavtina xwe de diyar kir: “ Ji ber êrîşên ku tên kirin ew sukuneta ku bi Mutabaqata Soçîyê hatibû tesîskirin xera bû û ji ber êrîşên ku li hember Îdlîbê tên kirin bi sedhezaran Îdlîbî mecbûr man ku malên xwe terk bikin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.