Esper: Em ê 14 hezar leşkerên Amerîka neşînîn Rojhilata Navîn
Mark Esperê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê derheqê leşkerên nû ji bo Rojhilata Navîn de destnîşan kir, îddîayên ku tên bilêvkirin ne rast in.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper derheqê îddîaya şandina 14 hezar leşkerên nû yên Amerîkayî ji bo Rojhilata Navîn de daxuyanîyek da.
Esper di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir "Weke ku Wezareta Parastinê diyar kiriye, em ê 14 hezar leşkeran ji bo Rojhilata Navîn neşînin.Xeberên derheqê vê mijarê de nerast in."
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.