Evîndarên Pêxember: Em destûrê nadin alîgirên siyonîst û piştgirîyên wan ên di nava me de ne

Evîndarên Pêxember: Em destûrê nadin alîgirên siyonîst û piştgirîyên wan ên di nava me de ne

Evîndarên Pêxember ji bo balê bikişîne ser qirkirina li ser Xezzeyê tê kirin, beyan û daxûyaniya medyayî belav kir.

Li Diyarbekirê Evîndarên Pêxember ji bo destek û piştgiriyê bide Xezzeyê beyana medyayê da êrîşên rejima sîyonîst hate protestokirin.

Beriya beyana medyayê Fatîh taş axaftinek kir û durûtiya saziyên civaka sivîl rexne kir

8789da33-977b-4e7f-a453-52bb5a9a18eb.jpg

“Em gazinan ji lîderên ku dest û milên me girê didin dikin”

Taş wisa axivî, “Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di civîneke taybet a asayî de banga derhal sekinandina hovîtiya îsraîlê kir. Rayedarê Neteweyên Yekbûyî di zîyareta xwe ya Refahê de dibêje, li Refahê bêhna xwînê tê. Di qerara ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî di civîna xwe ya 6 meh berê de girtibû de hat gotin ku ‘li gorî peyman û lihevhatinên navneteweyî qirkirin qedexe ye û em bi tundî daxwaz dikin ku îsraîl ji kirinên xwe yên ku dibin qirkirinê dûr bisekine. Ku kesên beşdarî qirkirinê bûne tavilê bên lêkolînkirin û eger sûcdar bên dîtin bên cezakirin...' gelo hûn kî giliyê kî dikin? Ew hewl dide kê dide mahkemekirin?”

Piştî axaftina taş, li ser navê Weqfa Evîndarê Pêxember Ercan Fîdan beyana medyayê xwend.

e8a883ab-def3-4ce4-973c-8ada56066890.jpg

“Em ji bîr nekin ku her kiryar û çalakiya ku em ji bo Xezzeyê dikin, sîyonîstan û alîgirên wan bêzar dike"

Fîdan got ku, “Divê em dev ji nîqaş û îxtîlafên; qewmî, mezhebî berdin. Di xelaqa daw û doza qudsê û eqsayê de bibin yek û safê bigirin. Di vê çarçveyê de mucadeleyê bin. Ev daw û doz wê bibe wesîleya yekbûn û wahdeta misilmanan. Sîyonistên ku li welatê me dijîn, di heman demê de welatiyên rejima sîyonîst in tevlî qirkirina xezzeyê dibin. Ew bi xwe li ser medyaya civakî cesaret dikin û parve dikin. Divê ev kesan bên mahkemekirin û ceza ji wan re bên dayin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.