Evîndarên Pêxember: Ger eşq û muhabbetek hebe ew jî ya Resûlullah e

Evîndarên Pêxember: Ger eşq û muhabbetek hebe ew jî ya Resûlullah e

Doh bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bernameya Mewlida Nebî hat lidarxistin.

Kesên ku beşdarî bernameya ku Parka Newrozê bûn ji Weqfa Evîndarên Pêxember re spasîyên xwe anî ziman û daxwaz û hêvî kirin ku ev celeb bername bibin wesîleya xêr û bereket û yekîtîya alema Îslamê.

“Xweda ji temamê Mislimanan re û ji Mislimanên li Filistînê re bibe alîkar”

Yek ji wan kesên ku beşdarî bernameya Mewlida Nebî bû kesê bi navê Mehmet Yalçin bû ku ew derbarê ehemmîyeta rojê de hest û ramanên xwe anî zimên û got ku “Ez ji Weqfa Evîndarên Pêxember re teşekkur dikim vê bernameyê tertîp kir. Ew kesên ku ji Xweda û Pêxemberê wî re dijmintîyê dikin bila li Diyarbekirê mêze bikin. Xweda hejmara wan xortên li Diyarbekirê zêdetir bike. Xweda ji temamê Mislimanan re û ji Mislimanên li Filistînê re bibe alîkar.”

Çend kesên din ên ku beşdarî bernameyê bûn fikr û ramanên xwe yên derbarê mijarê de û girîngîya rojê de wisa anîn zimên:

Abdullah Aktaş: “Em îro ji ber minasebeta wîladeta Pêxemberê me hatin vê derê. Ez û malbata xwe hatin û em bi kelecan in. Em bi wesîleya vê mîtîngê ji bo wan xuşk û birayên xwe yên Filistînî dia dikin. Xweda wan muzafer bike.Xweda bike nesîbê me ku em jî bi wan re cîhadê bikin li dijî siyonistan.”

Muhammed Kavak: “Em ji Êlihê hatin vê derê. Em dixwazin wek nevîyên Selahaddînê Eyûbî nîşanî temamê dinyayê bidin ku em çawa û çi qas ji Hz. Muhammed hez dikin. Ger eşq û muhabbetek hebe ew jî ya Resûlullah e. Lê belê ji alîyekî ve em ji ber meseleya Filistînê xemgîn in.”

Hasan Ayyuz: “Ev rojên wisa wesîle ne ku alema Îslamê tifaq bike û bibe yekdeng.”

Mehmet Emîn Acun: “Em kom û kuflet tev ji Qoserê hatin û bi hatina vê derê em gelekî kêfxweş û dilşad in.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.