Ew ê civîna sêalî di 2020an de li Enqerê bê tertîpkirin

Ew ê civîna sêalî di 2020an de li Enqerê bê tertîpkirin

Serokê Komîteya Pêwendîyên Navneteweyî ya Rûsyayê Kosaçev destnîşan kir, civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Tirkîye û Îranê de di serê sala 2020an de li Enqerê bê tertîpkirin.

Hat ragihandin civîna sêalî ya duyemîn a di navbera Rûsya, Tirkîye û Îranê de di serê sala 2020an de li Enqerê bê tertîpkirin.

Derbarê mijarê de ji teref Konstantîn Kosaçevê Serokê Komîteya Pêwendîyên Navneteweyî ya Rûsyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Kosaçev di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir: “Di navbera komîteya me û yên Îran û Tirkîyê de peymaneke heye da ku bi şikleke birêkûpêk civîn bên tertîpkirin. Civîna ewil di demsala biharê de li Moskovayê hatibû kirin. Ew ê civîna duyemîn jî di serê sala 2020an de li Enqerê bê tertîpkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.