Ew ê di Îda Remezanê de li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve bê sepandin
Hat ragihandin li Herêma Kurdistanê di bergeha tevdîrên micadeleya li dijî Coronavîrusê de ew ê di Îda Remezanê de ji bo 72 seatan qedexeya derketina derve bê sepandin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin qedexeya derketina derve ya têketin û derketina bajêran 72 seatên din bê dirêjkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyakirin qedexe dê di roja ewil a îdê de dest pê bike û ew ê di pêvajoya qedexê de temamê firinî market û kargehên din girtî bin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.