Faşistên di pey êrîşa ku li HUDA PARê hat kirin de bûn xwe îfşa kirin
Di nav van 2 rojên dawî de li Trabzonê kesên faşîst û nîjadperest êrîşî HUDA PARê kirin ku ew kesên di pey van êrîşan de xwe yek bi yek îfşa kirin.
Lewra Serokê Giştî yê Zafer Partîsî Umît Ozdagê ku ji roja ewil ve siyaseta xwe li ser nîjadperestîyê ava dike di parvekirina xwe ya doh de wisa gotibû: “ Xaînên welêt ên HUDA PARî, girêkvanên berazan! Gelo berteka ku gelê Trabzon ê welatparêz nîşan da we matmayî hişt?” Ozdag bi van gotinên xwe hewl dida wan hovên ku terefdarên wî ne weke ku ji xelkê ne nîşan bide.
Piştî êrîşa ku li HUDA PARê hat kirin li ser hisabê medyaya civakî ya fermî ya Serokatîya Karên Ciwanan a Trabzonê yê partîya Ozdag wisa hat gotin: “Tiştê lazim hat kirin.” Ew kesên faşîst ên ku êrîşî HUDA PARê kirin li xwe mukir hatin ku ew talîmata êrîşê ji kû û ji kî standine.
Dîsa ye ji wan faşîstên ku li Trabzonê êrîşî HUDA PARê kir û vê yekê îtîraf kir Yavuz Aydinê namzedê parlementerîyê yê ÎYÎ Partîyê yê Trabzonê bû. Lewra Aydin piştî êrîşê li ser hisaba xwe ya medyaya civakî destnîşan kir: “ Gedên me çawa standên HUDA PARê hilweşandibin bi heman awayî ew ê vê pergala genî jî ji holê rabikin.”
Parlementerê Stenbolê yê CHPê Gursel Tekîn jî piştî êrîşê xwedîtî li kesên nîjadperest kir û ji bo terefdarên xwe got: “Mutedîl bin. Ew çi bikin jî dîsa hûn mutedîl bin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.