FRN: Li cîhanê ji bo rojnamegeran cihê bi xetertirîn Meksîka ye
Di raporta ku ji teref Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî ve hat weşandin de hat destnîşan kirin sala borî 3 jê pîrek tevde 49 rojnameger û xebatkarên medyayê hatine kuştin.
Li gorî raporta ku hat weşandin di sala 2019an de li Amerîkaya Latîn 18, li welatên Pasîfîk Asyayê 12, li Afrîkayê 9, li welatên Ereban û Rojhilata Navîn 8 û li Avrûpayê jî 2 rojnameger hatin kuştin.
Di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin exlebeyê kesên ku hatine kuştin rojnamegerên mehelî ne û li wan welat û herêmên ku lê pevçûn û şer hene êrîş li rojnamegeran nehatiye kirin.
Di berdewama raportê de hat diyarkirin; li cîhanê ji bo rojnamegeran cihê bi xetertirîn Meksîka ye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.