Generalê sîyonîst Tîbon: Ger ku bi HAMASê re mitebeqet neyê kirin, em ê mecbur bimînin ku êsîrên xwe di nav tabûtan de bînin
Generalê sîyonîst Emekdar Noam Tîbon, got heger ku bi HAMASê re mitebeqet neyê kirin, em ê mecbur bimînin ku êsîrên xwe di nav tabûtan de bînin.
Tîbon ji çapemenîya sîyonîst re axivî, di axavtina xwe de derheqê êsîrên li Xezzeyê de agahîyan da, diyar kir ku gerek bi HAMASê re peyman bê kirin û wan êsîrên li Xezzeyê ji welatên xwe re bêne anîtin, “Ger ku ewakî nebe wê hemûyên wan an di nav tabûtan de vegerin an jî wê qet venegerin.”
Li gorî rejîma sîyonîst, hêj li Xezzeyê 136 kes êsîr in. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.