Gur ketin nav axurê: 30 mêşin telef bûn
Li gundê Silehyêya Colemêrgê gur êrîşî kerîyê pez kir, di encamê de 30 mêşin telifîn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di seatên êvarê de komeke gur hatin gundê Silehyayê û ketin nav axura aîdê Cemal Ozatak.
Hat îfadekirin Ozatak di seatên serê sibehê de ji bona ku êm bide heywanên xwe dikeve nav axurê lê dibîne ku gur êrîşî heywanan kirîye.
Ozatak destnîşankir ku 69 mêşinên wî hene û ji wan 30 hebên wan telef bûne, ew debara xwe jî bi zandarîyê bikartîne û ji ber vê yekê ji rayedaran alîkarîyê xest. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.