HAMAS: Axavtina Netenyahu ji bo meşrûkirina qetlîamên sîvîlan nîşanekî bû

HAMAS: Axavtina Netenyahu ji bo meşrûkirina qetlîamên sîvîlan nîşanekî bû

Berdevkê HAMASê Cîhad Taha, got ku axavtina Netenyahu ya di Kongreya Emrîqayê de serneketî û ji bona ku qetllîamên xwe meşrû bikin e.

Netenyahuyê îşxalker, di Kongreya Emrîqayê de axavtinek kir û Berdevkê HAMASê Cîhad Taha wê axavtina terorîst Netenyahu nirxand, wî destnîşan kir ku protestoyên ku bi tevî axavtina Netenyahu dest pê kirin jî gelek protestoyeke şanaz e.

Taha di axavtina xwe de bal kişand ku wî axavtina Netenyahu ji bona ku qetlîamên li dijî sîvîlan têne kirin bê meşrûkirin e.

Taha weha got, “Netenyahu piştî li hember berxwedanekî 9 mehî zêdetir di Kongreyê de axavtinekî serneketî kir û em protestoyên ku di dema Netenyahu di Kongreyê de ji bona qetlîam û qirkirina xwe ya li Xezzeyê destekê bibîne axavtinek dikir de dest pê kirin jî teqdîr dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.