HAMAS: Em pêşniyara agirbestê qebûl dikin
Hat ragihandin ku tevgera HAMASê teklîfa agirbestê ya ku ji aliyê navbeynkaran ve hatiye dayîn qebûl kiriye.
Di daxuyaniya ku ji teref HAMASê ve hat dayîn de weha hat gotin: "Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye telefonî Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Îstixbaratê yê Misirê kir û da zanîn ku wî pêşniyarên HAMASê yên der barê 'peymana agirbestê' de pejirand."
Têkildarî hûrgiliyên peymana agirbestê hîn ti agahî nehatine parvekirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.