Hamas: Ew ê hilbijartin nebin sedem ku îşxalker li ser axên Filistînê meşrû bin
Hamasa ku destnîşan kir temamê îşxalkeran dijminê xelkê Filistînê ne di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; ew ê hilbijartin nebin sedem ku îşxalker li ser axên Filistînê meşrû bin.
Îsmaîl Ridwanê ji lîderên Hamasê derbarê hilbijartinên rejîma îşxalker de daxuyanîyek belav kir. Ridwan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, hilbijartinên ku hatine kirin derbasdar nînin û ne meşrû ne.
Ridwan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Ew ê hilbijartin nebin sedem ku îşxalker li ser axên Filistînê meşrû bin. Di navbera çep û rastê wan de tu ferq nîne, tev wek hev in, tev qatil û dijminên xelkê me ne.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.