Hamas ji bo fealîyetên li dijî “Peymana Sedsalê” peyama spasîyê weşand
Hareketa Dîrenîşê ya Îslamî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, temamê fealîyetê û hewldanên navneteweyî yên ku pên destek tê dayîn gelê Filistînê ji bo wan bi qedr û qiymet e.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi van fealîyetan temamê projeyên ku pê gelê Filistînê tê hedefgirtin tên redkirin û dû re wiha hat gotin: “Li gelek welatên Îslamê û Ereban civak xwe berdan kolanan û ji Peymana Sedsalê re dijberî kirin ku ew ji wê xetereya ku ji ber sepanên projeyên siyonîst-Amerîka haydar in.”
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin çalakî, fealîyet û xwepêşandên ku ji bo Filistînê tên kirin destnîşan dikin ku ew ê planên ku derheqê doza Filistînê de tên kirin dê têk biçe û dû re wiha hat gotin: “ Bi van fealîyetên ku tên kirin alema Îslamê û yên Ereban tên ba hev ku ev yek ji bo doza Filistînê û gelê Filistînê tê kirin ku divê ev hatine ba hev bê mezintir û berfirehtir kirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.