Hamas: Mijara penaberên Filistînî ji bo me meseleya herî muhîm e

Hamas: Mijara penaberên Filistînî ji bo me meseleya herî muhîm e

Mahîr Salahêserokê Hareketa Berxwedana Îslamî yê li derveyî Filistînê destnîşan kir, doza penaberên Filistînî yên li Libnanêji bo birêveberîya Hamasê meseleya herî muhîm e.

Mahîr Salahê  serokê Hareketa Berxwedana Îslamî yê li derveyî Filistînê tax û kampên penaberên Filistînî yên li bajêra Sûrê ya li başûrê Libnanê ziyaret kir.

Salah di ziyareta xwe ya ku kir de destnîşan kir, Hamas di serî de li ser mafa vegerê ya penaberên Filistînî û wekî din li ser temamê mafên din ên Filistînîyan radiweste û dû re wiha got: “Doza penaberên Filistînî yên li Libnanê  ji bo birêveberîya Hamasê meseleya herî muhîm e.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.