HAMAS nerazîbûn û bertek nîşanî Amerîkayê da

HAMAS nerazîbûn û bertek nîşanî Amerîkayê da

Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê Blinken teklîfeka agirbestê kiribû. Hemasê nerazîbûn nîşanê Blînken da. Hemasê weha got: Me daxwaz û şertan nerm kir. Wezîrê Karê Derve yê Emrîkayê rast nabêje”

Wezîrê karê derve yê Emrîkayê Antonî Blînken gotibû hamasê teklîfa peyamana agirbest û pevguhertina îsraîlê red kiriye.

Ji teref Hamasê ve derheqê van îddîayan de beyan û nerazîbûn hat nîşandan û wiha hat gotin: “Beyanên wezîrê karê derve ne rast in. Ji bo erîş û qirkirina li ser xelkê me bên sekinandin, şer bi dawî be gelek caran me ji bo peymanê şert û mercên xwe yên guharene teklîf kir. Lê ji teref Netanyahû ve ev şertên me yên nerm jî nehatine qebûlkirin. Gelek astengî dan pêş van peymanan. Hewlê didin ku şer û herbê dirêj bikin. Serbestberdayina esîran ne pêşaniya wan e.”

“Şert û mecên HAMAS û berxwedanê ji roja ewil de diyar û eşkere ye”

Di berdewama beyana Hamasê de hat îfadekirin, şert û mercên wan meqûl in ji teref navbeynakaran de jî ev şertan hatine qebûlkirin û wiha hat gotin: ““Şert û mecên HAMAS û berxwedanê ji roja ewil de diyar û eşkere ye.Ev taleb û daxwazên me ji teref navbeykaran ve bi memnûnyetî û kêfxweşî hatine qebûlkirin. Di nav şertên me de tê gotin, agirbestek mayînde, vekişandina hêzên îşxalê, vegera kesên ji cihên xwe bûne, û zêdekirina alîkarîya însanî hene.Emrîka destek û piştgiriya xwe ya çek û sîleh, muhîmat û sîyasî ji Îsraîlê re didomîne. Emrîka bi vê awayê dijmintaiya xwe ya bi gelê me yê Fîlîstînêre didomîne.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.