
HAMASê ji alema Îslamê re banga nimêja cenaze ya xiyabî kir
Tevgera berxwedana Îslamî HAMAS, ji ber şehadeta Serokê Serfermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf û fermandarên dinê yên ku şehîd bûne bang li alema Îslamê kir ku bila nimêja cenaze ya xiyabî bikin.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin:
“Ji gelê me yê Filistînê, Erep û ewladên li her derê yên ummeta Îslamê, fermandarên şehîd ên berxwedanê re …
Bi taybetî Serokê Serfermandarê Tûgayên Qessam, fermandarê şehîd ê micahîdê mezin Muhammed Deîf, di Herba Tofana Eqsayê de, dema ku axên Filistîna bimbarek û bi taybetî jî Quds û Mescîdî Eqsayê diparast de şehîd bûn. Em wek Hamasê ji bo wefaya ji wan re û şehadeta wan, we hemûyan piştî nimêja Înê li Filistînê û hemû camîyên çar alîyê dinyayê û di navendên Îslamî de, ji bo fermandarên şehîd dawetî nimêja cenaze ya xiyabî dikin.”
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, daxuyandibû ku Serfermandarê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf û 6 fermandarên bi wî re şehîd bûne.
Navê şehîdan ewakî ne:
Şehîdê mezin ê gel, Fermandarê Serfermandar ê Tûgayên Qessam Muhammed ed-Deîf (Ebû Xalid)
Serokê şehîdê mezin Merwan Îsa (Ebû’l Musa), Alîkarê Serokê Serfermandarê Tûgayên Qessam.
Serokê Micahîdan Şehîd Gazî Ebû Tamaa (Ebû Musa), Fermandarê Beşa Xizmetên Muharebe û Çekan.
Serokê Micahîdê Qehreman, Fermandarê Yekîneya Çavkanîyên Însan Raîd Thabet (Ebû Muhammed)
Fermandarê Tûgaya Xan Yûnisê serokê micahîdê qehreman Rafeh Seleme (Ebû Muhammed)
Fermandarê Tûgayê Bakur Ahmed El Gandur (Ebû Enes)
Fermandarê Tûgaya Navend Eymen Nufal (Ebû Ahmed) (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.