Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 5 milyon û 180 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 5 milyon û 180 hezar û 341 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar milyonek û 40 hezar û 608 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 485 hezar û 188 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 9 milyon û 535 hezar û 337 kesan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.