Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 5 milyon û 557 hezarî

Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 5 milyon û 557 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 5 milyon û 557 hezar û 980 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  milyonek û 93 hezar û 456 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 504 hezar û 491  kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 10 milyon û  249  hezar û 840 kesan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.