Hejmara kesên ku ji ber corona vîrusê mirin derket 4 hezar û 12 kesan
Li tevahîya cîhanê ji ber corona vîrusê 4 hezar û 12 kes mirin û bi 113 hezar û 603 kesan re corona vîrus hat tespîtkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber corona vîrusê li Îtalyayê di rojeke dawî de 97 kesên din jî mirin û hejmara mirîyan li Îtalyayê derket 463 kesan.
Ji ber corona vîrusê bajara Çabahara Îranê hat xistin karantînayê. Tê diyarkirin Siûd seferên bi 5 welatan re ji ber corona vîrusê da sekinandin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Wezîrê Çandê yê Fransayê Franck Rîester jî bi corona vîrusê ket.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.