Hejmara kesên ku ji ber lehîyê rehmet kirin derket 16 kesan
Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber lehîyên li Semsûr û Rihayê rabû rehmet kirin derket 16 kesan.
Doh ji ber barana ku zêde barîya li Semsûr û Rihayê lehî rabû û gelek mal, dikan û kargeh di bin avê de man û însan di ber avê re çûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lehîya ku rabû li Rihayê 14 kes û li Semsûrê jî 2 kes canê xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin 4 kesên ku winda bûne ji bo bên dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.