Hejmara kesên ku ji ber lehîyê rehmet kirin derket 20 kesan
Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber lehîyên li Semsûr û Rihayê rabû rehmet kirin derket 20 kesan.
Berî vê 6 rojan ji ber barana ku zêde barîya li Semsûr û Rihayê lehî rabû û gelek mal, dikan û kargeh di bin avê de man û însan di ber avê re çûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lehîya ku rabû li Rihayê 17 kes û li Semsûrê jî 3 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.