Hejmara kesên ku li Tirkîyê ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan derket 9an
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyêgeşedanên dawî yên derheqê corona vîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Koca di daxuyanîya xwe ya ku ji ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir: “Di 24 seatên dawî de li 3656 kesên şikdar test hat kirin. Ji van testên ku hat kirin 311 test pozîtîf derketin. Hejmara kesên ku ji ber coronayê canê xwe ji dest dan derket 9 kesan.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.