
Hejmarê Filistînîyên ku vegerîyane bakurê Xezzeyê 500 hezarî derbas kir
Ofîsa Medyaya Hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku di nav 72 seatên dawîn de ji 500 hezarî zêdetir Filistînî ji malên xwe yên li Xezzeyê re vegerîyane.
Ofîsa Medyaya Hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku Filistînîyên ji ber êrîşên rejima îşxalker mecbûr man ku malên xwe yên bakur terk kirin, bi tevî îmzekirina peymana agirbestê piştî 15 mehan vedigerin malên xwe.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku hejmarê Filistînîyên ku di nav 72 seatên dawîn de vegerîyane mala xwe 500 hezarî derbas kirîye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.