Henîyye: “Di vê qonaxê de yekîtîya neteweyî pir lazim û muhîm e”
Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Sîyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamîdestnîşan kir yekîtîya neteweyî ya Filistînêtercîheke stratejîk û lazim e.
Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê bi kêfxweşî Abbas pêşîwaz bikin û ew ji bo hevdîtina bi wî re amade ne. Henîyye dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Heta ku yekîtîya fikra neteweyî neyê sazkirin ew ê siyonîst her roj êrîş li axên Filistînîyan û gelê Filistînê bikin.”
Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir projeya “Peymana Sedsalê” ji bo meseleya Filistînê xetereyeke mezin e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.