Heta niha li Rûsyayê bi 242 hezar û 271 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ev bû 8 roj li Rûsyayê rojane bi 10 hezar kesî re vîrus tê tespîtkirin û ev hejmar heftîyek e ku neketiye li bin 10 hezarî.
Îro jî bi 10 hezar û 28 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 242 hezar û 271 kesî.
Li Rûsyayê heta niha 2 hezar û 212 kes ji ber Coronavîrusê mirin û 48 hezar û 3 kesên ku pêketibûn jî baş bûn.
Bi hejmara xwe ya pêketîya Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Îspanyayê tê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.