HILBIJARTINA MISRÊ

HILBIJARTINA MISRÊ

Berî niha, hilbijartina serekcimhûriyê ya Misrê, di navbera millet û eskeriyê de

HILBIJARTINA MISRÊ
HILBIJARTINA SEREKCIMHÛRIYÊ, DI WEXTÊ XWE DE PÊK TÊ

Berî niha, hilbijartina serekcimhûriyê ya Misrê, di navbera millet û eskeriyê de, bûbû sebebê pevçûn û nerehetiyê. Ji ber ku namzetiya hinekan hatibû betal kirin, protesto dest pê bûbûn, çend kes hatibûn kuştin. Li ser hadîseyan, mehkema îdarî ya Misrê, hilbijartina di 23ê Gulanê de, sekinandibû.

Feqet heyeta hilbijatinê ya bilind, qirara mehkema îdarî xerakir û da zanîn ku wê hilbijartin di wextê xwe de pêk bê. Bi vî awayî, hemwelatiyên Misrê yên li derve, îro dest bi dana rayê kirin.

Li aliyê din, li Misrê û li dewletên Ereban, rewşek nû pêk hat ku du heb namzetên serekcimhûriyê, di kenalek televîzyonê de, di bernama rasterast de, gengeşî kirin. Namzet Ebdûlmûnîm Ebû el Futûh û Amr Mûsa, derbarê hilbijartin û Misrê de, bi pirsan di bernama rasterast de, gengeşî kirin.

bangaheq

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.