HUDA PAR: Partîya DEMê li pey kaosê ye!

HUDA PAR: Partîya DEMê li pey kaosê ye!

Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu bal kişand ku Partîya DEMê di van demên dawîn de li Dîyarbekirê li pey kaosê ye û weha got, “Vêya bîrva nekin, em ê tu dem misade nekin ku hûn zarokên xelkê bînin hemberî hev.”

Berdevkê Partîyê Emîroglu îfade kir li Dîyarbekirê hinek entrîka hene ku bi taybetî navê HUDA PARê tê dexilkirin, “Ji bona ceribandina kaosekî nû Dîyarbekir hatîye bijartin ev jî ne tişteke tesadûfî ye. Dîyarbekira ku bajarekî li hember sûcên qirkirina rejîma îşxalker dengekî mezin û bilind derdixe, wisa xuya dike ku wan kesên ku ji xwîn û kaosê xwe xwedî dikin zêdetir aciz kirîye.”

“Partîya DEMê sazîya malbat, kevneşopî û bawerîya Kurdan hedef digre!”

Emîroglu di berdewama daxuyanîya xwe de weha got:

“Xisûsekî dinê jî ev e, Dîyarbekir ji bona laboratuwara xerakirinê ku pêşengîya wî Partîya DEMê ku sazîya malbat, kevneşopî û bawerîya Kurdan hedef digre dike hatîye hilbijartin. Li hember nasnameya Dîyarbekirê ku nasnameya wî kevn e, dîroka wî kevn e û bi çand û bawerîyê xwe helandîye nasnameya xebatên polîtîqayên bêexlaqî ku di nav de fealîyetên jirêderketîyan jî heye di ortê de ye.

Yê ku di zemîna meşrû de li hember xebatên sîyasî ku ew dixebitin ginehê, heramîyê û hemû bêexlaqîyê bikin armanca sîyasetê disekine HUDA PAR e. Ji ber vêya ye ku HUDA PAR ji teref rêxistina ku eşkere ye, çepgirên marjînal û baskên wan ên sîyasî ve bi zanayî hatîye hedefgirtin. Ev sazîya ku ji xwîn û kaosê xwe xwedî dike, di navbera ciwanên Kurdan de nîfaqê dike û berê wan dide hev û wan bi hev re dike nav pevçûnê û ji vê pevçûnê jî zewqê distîne, weka her caran ku ji bo ‘zewq û sefayên’ Çepgirên Tirk dixwazin ku kaos derkeve û Kurd wek her carî rondikan birêjînin, wisa xuya dike di nav lêgerînekî zemîna provokatîf de ye.”

“Em dizanin ku kî bi kê re senaryoyên kaosê nivisandîye”

Emîroglu îfade ki ku Partîya DEMê bû çend meh e li hember partîya wan gotinên provokasyonê bi kar tîne, “Partîya DEMê û hevparên wî yên ku bû çend meh e navê HUDA PARê ji devên xwe dernaxin, di rewşên ku tu eleqeya wî tineye de jî partîya me krîmînalîze dikin, bi tevî parlamenterên xwe yên qaşo di daxuyanîya çapemenîyan de zimanê ku li dijî partîya me provokatîfan dike, derew û îftîrayan davêjin ji teref raya giştî ve malum e.

Wan entrîkayên we yên ku hûn di demên dawîn de lezê dane li ber çavan winda nabe. Em dizanin ku kî bi kê re senaryoyên kaosê nivisandîye. Em ji senarîst û fîgûranên ku bêrîya kaosê kirine re biyanî nînin.”

“Em ê ji vê ye re îzîn nedin!”

Emîroglu di dawîya daxuyanîya xwe de bang li DEMê kir ku bila dev ji wê zimanê xwe yê provokatîf berde:

“Em vêya meraq dikin; Hûnê kengî dev ji polîtîqayên xwe yên ku bêexlaqî û ji rêderketîyê normal bikin û wê jî wek nasnameyek bikin nav Kurdan berdin? Armanca xwîna ku 40 sal e diherike ji bona siloganên azadîya cinsî û meşrûkirina jirêderketîyan e?

Hûnê heta kendî, dev ji xwedîbûna bi xwînê berdin? Hûn êdî aciz nebûn ku zarokên xelkê cuda dikin û singê wan didin ber hev? Hûnê heta kengî vêya bidomînin? Her carî hûn ciwanên Kurdan ji bo fantazîyên şoreşa Çepgirên Tirkan dikin qurban, ma hûn ji vêya reht nebûn?

Êdî bes e! dev ji vê zimanê provokatîf berdin! Vêya bîrva nekin, em ê tu dem îzîn nedin ku hûn singê zarokên vê xelkê nedin ber hev. Tu heqekî we tuneye ku hûn ewqas xerabîyê ji vê miletê re bikin. Em ê ji vêya re îzîn nedin!” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.