HUDA PAR Vîzyona Hilbijartinê ya 2023yan a partîya xwe bi raya giştî re parve kir

HUDA PAR Vîzyona Hilbijartinê ya 2023yan a partîya xwe bi raya giştî re parve kir

Bi daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat tertîpkirin HUDA PAR, Vîzyona Hilbijartinê ya 2023yan a derheqê hilbijartinên parlementerî û serokomarîyê de bi raya giştî re parve kir.

HUDA PARa ku biryar dabû di hilbijartinan de destek bide Serokomar Erdogan bi daxuyanîya ku belav kiribû ew ê di hilbijartinên heyama 28emîn a perlementerîyê de ji lîsteyên AK Partîyê beşdarî hilbijartinan bibin. Piştî ku ev qerar hat dayîn û bi raya giştî re hat parvekirin gelek kes li ser medyaya civakî û kanalên din ên medya û çapemenîyê de êrîşî HUDA PARê kiribûn. Vîzyona hilbijartinê ya HUDA PARa ku êrîş lê hatin kirin dihat meraqkirin.

HUDA PAR Vîzyona Hilbijartinê ya 2023yan li Navenda Giştî bi civîna çapemenîyê bi raya giştî re parve kir.

Vîzyon ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmûd Şahîn ve hat parvekirin.

Di vîzyona ku hat parvekirin de mijarên mîna; girtina pêşîya temamê cureyên ististar û tundîya ku li hember jinan tê kirin, terkkirina modela ekonomîya kapitalist a ku pişta xwe dide faîzê, ji nû ve wek sûc hesibandina zînayê, divê propagandaya jirêderketîbûnê wek sûc bê hesibandin û neslên nû ji tiştên wisa bên muahfezekirin, guhartina Qanûna Bi Hejmara 6284 û dawî li sepana nafaqaya bêwext bê anîn, ji wan pîrekên ku ji ser zewaca wan 25 sal derbas bûne re dayîn maaşa teqawîdbûnê, Doza Filistînê, Meseleya Kurd, makeqanûneke sîwîl a nû, ji cotkaran re destek dayîn û hwd. cî girtin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.