HUDA PARê derheqê êrîşên li dijî penaberên Sûrîyeyê de ji Meclîsê re pêşnîyaza pirsê da

HUDA PARê derheqê êrîşên li dijî penaberên Sûrîyeyê de ji Meclîsê re pêşnîyaza pirsê da

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê, derheqê êrîşên ku li Qeyserîyê li dijî penaberên Sûrîyeyê dest pê kir û heta ku şewitandina dikan, xanî û wesayîtan berdewam kir de ji Meclîsê re pêşnîyaza pirsê da.

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê destnîşan kir ku li Qeyserîyê bûyerên ku bi sedema li Qeyserîyê Sûrîyeyîyek ji zarokekî re tacîzê kirîye dest pê kirîye û dûre bûyer heta şewitandina dikan, xanî û wesayîtan mezin bûye. Ji ber vê yekê ew ji Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya re ji bona ku bersivê bide bi niviskî 5 pirsan da Meclîsê.

Pêşnîyazên ku hatin dayîn ewakî ne:

“Di bûyerên ku li Qeyserîyê bi sedema tacîzkirina Sûrîyeyîyekî ji zarokekî re kirîye dest pê kirine de ji dikan, xanî û wesayîtên Sûrîyeyîyan re êrîş hatine destpêkirin.

Di rojên dawîn de van bûyeran belavê bajarên me yên dinê bûne.

Li gorî daxuyanîya wezaretê di van bûyeran de 474 kes hatine binçavkirin.

Hat daxuyandin ku ji wan mirovên ku hatine binçavkirin 285 kesên wan qeydên wan ên sûcê hebûne.

Van êrîşên ku qerektera civaka Tirkîyeyê nîşan nadin û çanda biratî û jîyankirina bi hev ra hedef digre hemû kesên xwedî wijdan û hestyaran xemgîn kirîye.

Di vê çarçoveyê de;

1- Derheqê wan kesên ku ew qas êrîşdaran tînin cem hev û nefreta penaberan gur dikin de tu muameleyekî hatîye kirin an jî gelo ew ê bê kirin?

2- Di navbera wan kesên ku hatine binçavkirin de yên ku ji welatên dinê re xebatên îstîxbaratê dikin hene an?

3- Di navbera mirovên ku hatine binçavkirin de biyanî hene?

4- Ji bona ku cardin li dijî penaberan êrîşên ewakî pêk neynê tedbîr hatine standin?

5- Li djiî sîyasetmedar û çapemenîya ku li dijî miltecîyan gotinên nefretê bikar tînin û gengeşîya herba navwelat dikin de muameleyên fermî ew ê bêne kirin?” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.