HUDA PARê derheqê hilbijartinê de daxuyanî da

HUDA PARê derheqê hilbijartinê de daxuyanî da

Serokê Karên Hilbijartinê yê HUDA PARê Mahmut Şahîn, derheqê kampanyaya hilbijartinê ya partîya xwe de daxuyanîyan da.

Şahîn detsnîşan kir ku ew di 81 bajarên Tirkîyeyê de dikevin hilbijartinê û ew bi nav û logoyê xwe beşdarî dibin.

Şahîn, diyar kir ew ê ji bona “Şaredartîya Dirûst û Xizmeta Rastîn” di pûsûlaya dengdayînê ya 81 bajaran de logoya HUDA PARê hebe, “Gelê me yê ezîz! Serokê me yê Giştî Birêz Zekerîya Yapicioglu daxuyandibû ku em ê ji hilbijartinê mehellî re wê di 81 bajaran de bi nav û logoyên xwe bikevinê. Di vê çarçoveyê de Navenda me ya Giştî xebatên xwe kirin û namzedên xwe eşkere kirin. Ji teref partîya me ve di 5 bajarên cuda de civîn hatin lidarxistin. Bi tevahî me namzedên 26 şaredarîyên mezin, 51 bajaran û 702 navçeyan daxuyand. Berîya vêya jî me biryar girtibû ku em ê li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Bûrsayê namzedên Serokê Şaredarîya Mezin nîşan nedin. Encax di 30 navçeyên Stenbolê, 25 navçeyên Enqereyê, 30 navçeyên Îzmîrê û 17 navçeyên Bûrsayê de namzedan nîşan da. yanê em cardin dibêjin ku em ê di hemû navçeyên van bajarên mezin de jî bi nav û logoyên xwe bikevin hilbijartinê.”

“Ew ê welatîyên me di 81 bajarên Tirkîyeyê de nav û logoya HUDA PARê bibînin, ew ê tercîhên xwe jî li alîyê HUDA PARê ve bikin.”

Şahîn di dewama daxuyanîya xwe de weha got:

“Welatîyên me yên biqîmet! Namzedên ku ji teref partîyên me hatine îlankirin di dîroka 19ê Sibatê de jî Sazîya Hilbijartina navçe û bajaran re hatine teslîmkirin. Ewê namzedên ku HUDA PARê eşkere kirîye şaredartîyekî di çarçoveya xizmet, exlaq û dirûst de nîşanê welat bide. Em ji welatîyên xwe yên li hêvîya sîyasetekî ewakî ne re dibêjin raya xwe vê carê bidin HUDA PARê ku qadroyên wan layiq û zana ne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.