HUDA PARê derheqê Îdlîbê de daxuyanî da

HUDA PARê derheqê Îdlîbê de daxuyanî da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam derheqê êrîşa ku ji teref rejîmê ve li Sûrîyê hat kirin de nirxandinan kir û destnîşan kir “Divê Tirkîye hewl bide da ku nebe hêza muxarîb a rasterat û heta jê tê serî li rêyên dîplomasî û dîyalogê bixe.”

Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve derheqê êrîşa ku li Îdlîbê ji teref rejîmê ve hat lidarxistin û tê de 34 leşker canê xwe ji dest dan de  daxuyanîyek hat belavkirin.

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir divê mesele ji emperyalîstan re neyê hawalekirin û li erdnigarîya Îslamê herb wek vebijêrkekê neyê dîtin. Saglam dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “A muhîm aştî ye. Divê mutleqe çareserîyeke bêçek û herb bê dîtin.”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de weha hat gotin:

“Di wê êrîşa ku bi piştevanîya Rûsyayê ji teref rejîma Sûrîyê ve li wê Herêma Kêmkrina Rageşîyê ya Îdlîbê li hember mensûbên TSKyê hat kirin de 34 leşker canê xwe ji dest dan û 32 leşker jî birîndar bûn. Em ji Xwedê ji bo kesên ku canê xwe ji dest dane rehmetê û ji bo wan kesên ku birînda bûne jî şîfayê teleb dikin. Bila serê malbata wan a bi keser û milletê me sax be.

Di Adara sala 2011an de li Sûrîyê tevlîhevîya navxweyî dest pê kir ku me hêj wê rojê got ku divê ev agirê fitnê demildest bê tefandin, heger neyê tefandin îhtîmal e ku ev agirê fitnê li temamê herêmê belav bibe.

Dema ku hevdîtinên Astana û Soçîyê hatin kirin li ser çend xalan lihevkirin  çêbû ku bi vê yekê hêvîyên çareserîya sîyasî şîn bû; lê belê di pêvajoya piştî vê qonaxê de ev hêvî ji holê rabû û gavên ku vê pêvajoyê ji holê rakirin hatin avêtin û bi van gavên ku hatin avêtin agir cardin har bû.

Divê ev yek bê zanîn; Êdî ji teref hemû kesî ve hatiye dîtin ku ew Xerbîyên ku di heyama ewil a destpêka şerê Sûrîyê de bi navê “Dostên Sûrîyê” beşdarî civînan dibûn  ne dostên Sûrîyê û ne jî yên Sûrîyeyîyan in. Naxwe divê çareserîya meseleya li Sûrîyê, li ba Amerîka, NATO, YE û Rûsyayê neyê lêgerîn.

Em wê tişta ku ji roja ewil ve dibêjin cardin dubare dikin: Spartina meselê li emperyalîstan weke ku tu benzînê li agir bikî ye! Divê herb li ser erdnigarîya Îslamê wek vebijêrkekê neyê dîtin. A muhîm aştî ye. Divê mutleqe çareserîyeke bêçek û herb bê dîtin. Divê Tirkîye hewl bide da ku nebe hêza muxarîb a rasterat û heta jê tê serî li rêyên dîplomasî û dîyalogê bixe.

Di gotineke pêşîyan a Kurdî de tê gotin “Mirovatî germ û germ, neyartî nerm û nerm.” Divê li gorî vê gotinê bê hereketkirin.

Cardin serê milletê me sax be û Xweda cardin êşên wisa bi me nede kişandin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.