
HUDA PARê ji bo cotkaran banga piştgirîyê kir
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Aborîyê Mehmet Sah Gultekîn piştî felaketa cemeda çandiniyê ya ku li 36 bajaran tesîr li cotkar û hilberîneran kir, ji cotkar û hilberîneran re daxwaza başbûna lezgîn kir.
Gultekîn banga piştgiriyê li cotkaran kir û diyar kir ku ji ber felaketê zirareke mezin daye berhemên çandiniyê û ev rewş ne tenê li ser jiyana aborî ya cotkaran di heman demê de tesîrekî xerab li hemû civakê dike.
"Felaketa cemeda çandinîyê zirareke mezin da çandinîyê"
Gultekîn di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da daxuyand ku sermaya çandinîyê derbeyeke mezin li sektora çandinîyê xist û weha got, "Vê felaketê zirareke mezin da berhemên çandiniyê yên ku çavkaniya ked, xwêdan û debara xwe ne û tesîr li debara gelek malbatan kir. Her wiha tê fêhmkirin ku wê tesîrekî xerab li aborîya welat bike."
"Çandinî ne tenê karekî aborî ye"
Serokê Aboriyê yê HUDA PARê Mehmet Sah Gultekîn destnîşan kir ku çandinî ne tenê karekî aborî ye û weha got: "Zîraet di heman demê de bingeha ewlekariya xurek û îstiqrara aboriyê ya miletê me ye. Wendakirina vê astê ne tenê li cotkaran di heman demê de rasterast tesîrê li ser xerîdaran jî dike, ew ê bibe sedema kêmbûna temînata xwarinên bingehîn û fîyet zêde bibe û enflasyonê zêde bike."
"Divê dewlet piştgiriyê bide cotkaran"
Gultekîn hêvîyên xwe ji rayedarên hikûmetê anî ziman û got:
"Armanc ew e ku xebatên nirxandina zirarê bi lez û bez temam bikin, giliyên cotkarên me ji holê rakin, deynên wan bê faîz bên taloqkirin û piştgiriya pêwîst a ku berê ji bo ji nû ve sazkirina hilberînê hatibû dayîn dubare bikin."
Gultekîn her wiha destnîşan kir ku divê dewlet bi rêgeza edaleta civakî li kêleka cotkaran be. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.