
HUDA PARê li Bismila Dîyarbekirê du malbatan li hev anît
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê neyartîya ku di navbera du malbatan de pêk hatibû, bi teşebûsên HUDA PAR û rîspîyan dawî bû.
Li gundê Embarê ji ber nerazîbûna erdan, di navbera malbatên Çelîk û Açayê de şer derketibû û di encama wê şerê de du kes birîndar bûbûn.
Piştî bûyerê Serokê Komîsyona Aştîya Komelaya Rîspîyên Bismilê û Serokê Navçeya Kayapinara HUDA PARê Alî Bîlmez û rîspîyên herêmê herdu malbatan jî zîyaret kirin û banga aramîyê kirin.
Bi xebata lijneya aştîyê herdu malbat jî qebûl kirin ku ew ê werin cem hev. Di encma hevdîtina ku bi herdû malbatan re hat kirin de aştî çêbû û neyartî dawî bû.
Malbatên ku ji bo aştîyê hatin cem hev, di bin Qurana Pîroz de derbas bûn û hevdu hembêz kirin.
Alî Bîlmez di bernameya aştîyê de derheqê cîhê aştîyê ya di Îslamê de axavtinek kir û ji hemû kesên ku di vê aştîyê de ked dane re jî sipasîyan kir.
Bîlmez li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da û weha got, “Me li bajaroka Embara navçeya Bismilê neyartîya di navbera malbatên Çelîk û Açayê bi aştîyê dawî kir. Ez ji herdu malbatên ku me neşikandin û li hev hatin re û ji hemû rîspîyên me re teşekkur dikim. Xwedê ji hemûyan razî be.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.