HUDA PARê xwe ji kongreya mezin re amade dike

HUDA PARê xwe ji kongreya mezin re amade dike

HUDA PARê bi slogana “Sîstema Adîl Parvekirina Heqane” 7ê Tîrmehê roja Yekşemî Kongreya Mezin li dar dixe. Ji bo vê yekê amadehiya kongreyê dike."

HUDA PARê dawiya vê heftê bi slogana “Sîstema Adîl Parvekirina Heqane” Kongreya Asayî Ya 5emîn li dar bixe. Ji ber vê yekê amadehî tê kirin.

Yek ji endamê Komîsyona Tertîpê ya Kongreyê Huseyîn Îmîr derheqê xebatên xwe de malûmat û agahî da ÎLKHAyê.

“7ê meha Tîrmehê roja yekşemiyê wê emê Kongreya xwe ya mezin a asayî ya 5emîn lidarbixin. Ji ber vê yekê em hazirî û amadehiyê dikin. Me dawetnameyên xwe ji partiyên sîyasî, saziyên civaka sivîl, rûspiyên civakê, aqademîsyen, sefîr û temsîlkarên derveyê welêt re şand.

Îmîr herwiha got, guhertinên wezîfeya yên di kongreyê de tên kirin em weka guhertina nobetê dibînin.

“Her kongre di hundurê xwe de hin nûkirin û guhertinan dihebinîne. Ji ber vê yekê heycan û kelecanek nû tê. Guhertinên wezîfeyê ya ku di kongreya me ya mezin a asayî ya 5emîn de tên kirin, em weka guhertina nobetê dibînn. Ev hevalên me di çarçoveya prensîbên partiya me de wê ala partiya me bêtir pêşve bibe û ji bo vê yekê mucadeleyê bide.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.