ÎDEVê ji banga dersên jirêderketî ya Egîtîm Senê re bertek nîşan da

ÎDEVê ji banga dersên jirêderketî ya Egîtîm Senê re bertek nîşan da

Weqfa Perwerdehî ya Îdeal (ÎDEV), ji bang û daxuyanîya Egîtîm Senê ku gotibûn ew ê di 10ê Adarê de li dibistanan dersên jirêderketîyan bidin re bertek nîşan da, û bang kir ku bila ji vê provokasyonê re misade neyê dayîn.

Lobîyên sapix li ser perwerdehiyê di serî de zarokên me û sazîya malbatê hedef girtina xwe dewam dike.

Egîtîm-sen li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku mamosteyên girêdayîyê sendiqayêne di bin navê wekheviya cînsîyeta civakî de wê dersên ji rê derketîyan yanê sapixtiya cînsî bidin.

Ji qerara skandala sendînqayê re ji camîayên perwerdehîyê bertek û nerazîbûn hatin nîşandan.

Bertek û nerazîbûnek jî ji ÎDEVê hat dayîn.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku hat belav kirin de hat destnîşankirin ku sendîqaya bi navê Egîtîm-Senê vê carê jî bi fikrên sapix dixwazin zarokan bi jahr bikin. Û di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Mekteb ne cîhê operasyonên zîhnîyeta sapixe. Zarokên me jî ne denekên îdeolojîyên sapixane. Qaşo sendîqaya perwerdehiyê Egîtîm-Sen her tim bi bêtehamuliya li dijî nirxên civakê û nirxên Îslamî tê rojevê di herî dawîn de ji teref MEBê ve ji mekteban re şîretên meha remezanê hat şandin li dijî vê yekê derket û vê carê bi fikrên xwe yên sapix dixwazin zarokên me bi jahr bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li MEBê jî hat kirin ku li dijî hewla sapixa sendîqayê têkeve hereketê:

“Di bin navê wekhevîya cînsîyeta civakî de bi taybetî di meha Remezanê de vê provokasyona tê maneya herba ji fitratê re hewceye qethiyên îzîn neyê dayîn, di serî de Wezareta Perwerdehîyê û hemû paydaşên perwerdehîyê li dijî vê provokasyona eşkere tedbîran bigrin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.