Înce: Pêşnîyaza qanûnê ya HUDA PARê îmtîhan e

Înce: Pêşnîyaza qanûnê ya HUDA PARê îmtîhan e

Nivîskar Vahdettîn Înce derheqê pêşnîyaza qanûyê ku ji teref HUDA PARê ve hatibû teklîfkirin de nirxandinan kir û got ku qanûnîbûna pêşnîyazê ji bo hemû partîyên sîyasî firsedek e.

HUDA PARê derheqê mirovên ku duwelatîyên wan hene û diçin beşdarî qirkirina li Xezzeyê dibin de pêşnîyazek qanûnê dabû û ew pêşînyaz ji bona ku di Meclîsê de bê gotubejkirin hatibû qebûlkirin.

HUDA PARê bi vê pêşnîyazê dixwaze kur bila wan mirovên ku çûne beşdarî qetlîam û qirkirinê bûne ji welatîbûnê bêne derxistin û malên wan jî dest bê serdayîn.

Hat îfadekirin ku bila wan malên wan ên ku dest bêne ser dayîn ji fona malbatê re bê dayîn.

Nivîskar Vahdettîn Înce derheqê pêşnîyaza HUDA PARê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

“HUDA PARê li gorî sîyaseta xwe pêşnîyazekî daye”

Înce bal kişand ku sîyaset sekinekî ye û dûre weha got, “Sekina we ya di sîyasetê de, karê we ya li wê derê nîşan dide. Cîhê partîyên sîyasîyan jî cîheke dîtina vê sekinê ye. Ji ber vê yekê ev pêşnîyaza ku HUDA PARê daye, ji teref hemû kesan ve tê zanîn ku ji Tirkîyeyê ji bo leşkerîyê diçin Xezzeyê û beşdarî qetlîamê dibin. HUDA PARê jî li gorî sîyaseta xwe û li gorî sekina xwe, qanûnekî pêşnîyaz kirîye. Di pêşnîyaza HUDA PARê de tê gotin ku bila welatîyên Komarîya Tirkîyeyê ku di vê qetlîamê de rol girtine bêne cezakirin. Tê gotin ku ev pêşnîyaz di 31ê vê mehê de bê Meclîsê, li gorî min divê bila were jî.”

“Cîh girtine daxwazîyên xelkê li ber hikumetê ji bo partîyekî sîyasetê sedemeke makul e”

Înce bal kişand ger ku ev pêşnîyaz ji bona ku bibe qanûn dereng bê kirin ew ê zerarên wî hebin, “Ger ku ev ji rojevê re bê girtin, hem di warê Meclîsê de hem jî di warê partîyên sîyasî de sekinekî baş be. Sekina ku ez dibêjim ev e; daxwazîyên xelkê li cem hikumetê bersiv bibîne ji bona partîyên sîyasî sedema hebûnê ye.”

“Nirxandina firsedeke ewakî mesulîyetekî ye”

Înce di berdewama axavtina xwe de weha got, “HUDA PARê li gorî rihê sîyaseta xwe gavan davêje, HUDA PARê ji roja ku ketîya nav Meclîsê neketîye tiştên ku mirov nikarin bînin ziman di wextê wan de û bi rewşeke baş tîne rojevê û vê tiştê bi şekleke westatîyê bikartîne. Em ji vêya re dibêjin hîkmet. Sîyaseta bi hîkmet; em ji vêya re gavên ku di wext û cîhê wî de tê avêtin dibêjin. Di vî warî de ez vê hereketa wan ê bi hîkmet piştgirî dikim û wisa texmîn dikim ku ew ê Meclîs jî li gorî vêya destekê bide. Ez tenê partîyekî qest nakim. Divê hemû partî destekê bidinê. Çîmkî qirkirin sûcekî mezin a însanîyetê ye. Ji berê ve jî em dizanin ku li vê erdnigarîyê jî sûcekî mezin yê însanîyetê pêk hatîye. Niha jî li ber çavên me di weşanên zindî de tê kirin. Êdî hinek qural û qaîdeyên navneteweyî û sîyaseta navneteweyî li ber çavan e, sekin û bersiveke ku hewceye nayê dayîn, hem alema Ereban, hem alema Îslamê hem jî însanîyet. Ji vana hinekên wan bi zanayî bêdeng dimînin hinekên wan jî bi rastî jî ji ber bêçaretîyê bêdeng dimînin. Lê nirxandin û bikaranîtina firsedekî ewakî mesulîyetekî ye. Bileqs em ê sibe hesabê bidin Xwedê, dîrok ew ê hesabê bipirse, millet ew ê hesabê bipirse.”

“Axavtina serê çeteya sîyonîstan a di Kongreya Emrîqayê de û çepikkirina li pîya bûyerekî gelek xerab e”

Înce derheqê axavtina serê çeteya sîyonîst Netenyahu ku di Kongreya Emrîqayê de axivîbû de jî nirxandinan kir û weha got, “Ev bûyer di Kongreya Emrîqayê de pêk hatîye, ev jî di nav neynokan de dibêjim ji bo dinyaya hur, dinyaya azad û alîyê demokrasîyê şermekî ye. Yanê ew roj, axavtineke ku di Kongreya temsîlkarê medenîyet, demokrasî û azadîyêye de hatîye kirin û li pîya hatîye çepikkirin bûyerekî gelek xerab e. Bi rastî em dizanin ku medenîyeta rojavayê di nav dirûtîyê de ye. “

“Ger ku ev pêşnîyaz neyê qebûlkirin û ev sekin neyê nîşandan, ji vê pêva jî hemû gotinên me ew ê di hewayê de bimîne, li cem tu kesî rastîya gotinên me tinebe”

Înce di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ger ku partîya Gelecekê, Partîya Seadetê û partîyên dinê û ez wisa texmîn dikim ku piranîya AK Partîyê jî destekê bidin ji vê pêşnîyaza HUDA PARê re ew ê bersivekî baş û xweş be. Yanê ev ji bo Tirkîyeyê firsedek e. Divê ev firsed neyê windakirin. Ger ku destek neyê dayîn ew ê alîyê me jî eşkere bibe. Ger ku derbas nebe ew ê HUDA PARê winda neke, yên ku ji vê qanûnê re astengîyê derxistine winda bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.