Îran: Lûtkeya Tahranê ya bi mijara Sûrîyê dê di demeke kurt de bê tertîpkirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seyyid Abbas Musewi destnîşan kir, lûtkeya Tahranê ya sêalî ya bi mijara Sûrîyê dê di demeke kurt de bê tertîpkirin.
Musewî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Em bawer dikin qeyrana Sûrîyê encax bi pêvajoya Astanayê bê çareserkirin. Ji bo ev rûniştin di demeke kurt de bê tertîpkirin îstîşareyên me yên bi rayedarên Tirk û Rûs berdewam dikin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.