Îranê welatîyên xwe yên li Çînê jiber coronavîrusê bi balafirê anî Tahranê
Welatîyên Îranê yên ku li Wuhana Çînê ya ku lê coronavîrus derket holê ne bi balafireke taybet hatin anîn Tahranê.
Derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyaririn; welatîyên ku ji Wuhanê hatin anîn Îranê dê heta rojan di bin çavdêrîyê de bin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi welatîyên ku hatin anîn re coronavîrus nehatiye tespîtkirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ve hat belavkirin, di encama coronavîrusa ku li Çînê derket heta niha 491 kes ji ber vîrusê mirin. Rewşa 3 hezar û 219 kesên ku bi vîrusê ketine giran e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.