Îşxalkeran mirovên ku di camîyê de nimêj dikirin bombe kir: 17 şehîd bi dehan birîndar hene

Îşxalkeran mirovên ku di camîyê de nimêj dikirin bombe kir: 17 şehîd bi dehan birîndar hene

Sîyonîstên îşxalker li kampa penaberan a Şatîyê mirovên ku di camîyê de nimêj dikirin bombe kir û di wê qetlîamê de herî kêm 17 kes şehîd bûn, bi dehan mirov jî birîndar bûn.

Artêşa îşxalê, li Xan Yûnisê qetlîamên xwe didomîne.

Balafirên îşxalkeran, nêzê Camîya Spî ku li Kampa Penaberan Şatîyê ye hedef girt.

Di encama êrîşê de li gorî diyarîyên ewil 17 kesan birîndar bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê mirov û ekîbên derdorê seferber bûn û birîndaran birin nexweşxaneyê.

Îşxalkeran îro li herêma Mewasîyê jî qetlîamekkî li dar xistibûn, di wê qetlîamê de jî herî kêm 80 kes şehîd bûbûn û ji 300î zêdetir mirov jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.