ÎTTÎHADUL ULEMA derheqê Sûrîyeyê de peyam belav kir

ÎTTÎHADUL ULEMA derheqê Sûrîyeyê de peyam belav kir

ÎTTÎHADUL ULEMA, derheqê ketina rejima li Sûrîyeyê de weha got, “Avabûna nîzamekî nû ya Îslamî ku edaleta Îslamê wê tecellî bike, bi taybetî avakirina jiyanekî aştî, dîyalog û bi hev re di nav hizûrê de ya gelê Sûrîyeyê daxwazîya me ya herî mezin e.”

ÎTTÎHADUL ULEMA, piştî ketina rejima Esadê ya li Sûrîyeyê li ser hîsaba xwe ya Xê nirxandinan kir.

Di daxuyanîya ku atif li ayeta 227emîn a Şuarayê “Ji bilî ên ku bawerî anîne, ew ên ku kar û kiryarên qenc kirine, ên ku zikrê Xwedê pir kirine û piştî ku neheqî li wan hatî kirin xwe bi ser xistine (ew cuda ne). Yên ku zilm kirine teqez dê bizanin ka bi bal kû cihî û kîjan encamê ve vegerin.” hat kirin de weha hat gotin: “Rebbê me îro ji me re hilweşîna zalimekî dinê jî nîşan da. Rejima Baasê bi tevî dîroka xwe ya bi xwîn hilweşîya. Heta ku ev rejima zalim hebû li ser serê gelê Sûrîyeyê zilm, qetlîam, zext, îşkence, muhacerat, zindan tu dem kêm nebû.”

Di daxuyanîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê de weha hat gotin:

“Daxwazîya me ya ji Rebbê me ev e ku bila hilweşîna taxûtên desthilatdarên zalim ên dinê ku li ser alema Îslamê ne ji hemû Misilmanan re nîşan bide. Neberdewamîya zilmê û temamkirina nura Xwedê ya li ser hemû dinyayê wedekî ku Rebbê me daye me ye. Hilweşîna her zalimekî di vê rê de gavekî ye.

Piştî ev bireverîya ku hilweşîyaye avabûna nîzamekî nû ya Îslamî ku edaleta Îslamê wê tecellî bike, bi taybetî avakirina jiyanekî aştî, dîyalog û bi hev re di nav hizûrê de ya gelê Sûrîyeyê daxwazîya me ya herî mezin e.

Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila ev hilweşîn ji tunebûn û hilweşîna îsraîla rejima terorê ya sîyonîst, Emrîka û Rûsyaya emperyalîst û hemû nîzamin zalim re bibe wesîle, di serî de ji azadîya Qudsê bi giştî jî ji hemû azadîya bajarên Îslamê re bibe wesîle.

Herî dawîn em hemû gelê Sûrîyeyê ku ji ber zilma rejima Baasê hatine qetilkirin, îşkence dîtine, ji zindanan re hatine avêtin, muhacîr bûne, dûçarê zilmê bûne bi hemû hebûnîya xwe û ji dil û can silav û pîroz dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.