Jeffrey dê Tirkîyê û Erebistana Siûd ziyaret bike

Jeffrey dê Tirkîyê û Erebistana Siûd ziyaret bike

James Jeffreyê Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê di navbera dîrokên 9-13ê Çileyê de dê Tirkîyê û Erebistana Siûd ziyaret bike.

Hat ragihandin James Jeffreyê Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê di navbera dîrokên 9-13ê Çileyê de dê Tirkîyê û Erebistana Siûd ziyaret bike.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; James Jeffreyê Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê di 8ê Çileyê de Tirkîyê ziyaret bike û ew ê dû re derbasî Erebistana Siûd bibe.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê di ziyaretên ku bên kirin de geşedanên dawî yên li herêmê bên nirxandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.