
Ji ber barîna berfê dibistan hatin tetîlkirin
Ji ber şert û mercên hewaya xerab li Qastamonû, Mûş, Bartin, Karabûk û Bêdlîsê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Qastamonû
Ji ber şert û mercên hewaya xerab li navçeyên Şenpazar û Devrekanîyê ji perwerdehîya çûnûhatinê re, li navçeya Pinarbaşiyê jî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Mûş
Ji ber berf û cemedê li giştîyê zanîngeh, hemû sazîyên taybet û fermî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Karabûk
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Karabûkê hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji ber berf, cemed û şert û mercê hewaya xerab îro ji perwerdehîyê re navber hatîye dayîn.
Bartin
Li navçeya Ulusa Bartinê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Bedlîs
Li navenda Bedlîs û navçeyên Norşîn, Mutkî û Tetwanê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn, li navçeya Ehlatê jî ji perwerdehîya çûnûhatinê re navber hati dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.